Bal kişand ser nexweşiya pençeşêrê

Ji bo balê bikişînin ser qansêrê li Xirabreşkê civiyan....

Bal kişand ser nexweşiya pençeşêrê

Midûriyeta tenduristiyê ya rihayê, di “hefteya pençeşêrê” de ji bo balê bikişîne vê nexweşiyê, li xirabreşkê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bal kişand ser teşxîsa zû.

Hefteya ku em tê de ne “Hefteya Nexweşiya Pençeşêrê” ango “qansêr”ê ye.

Ji bo vê jî li seranserê welêt çalakiyên cûrbicûr tên lidarxistin.

Midûriyeta Tenduristiyê û Tenduristiya Gel bi hev re li girê dîrokî Xirabreşkê, ji bo balê bikişînin ser “nexweşiya pençeşêrê” yanê “qansêr”ê çalakiyeke girîng li dar xist.

Midûrê Tenduristiyê yê Şanliurfayê DOÇ. DR. M. Emre Erkuş: “Îro em tevî xebatkarên Midûriyeta Tenduristiyê û xebatkarên Tenduristiya Gel ji bo balê bikişîn ser nexweşiya pençeşêrê li Girê dîrokî civiyane.”

Di çalakiyê de dixtor li ser qansêrê axivîn û gotin teşxîsa pêşwext muhîm e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE