Bala li ser Girê Mirazan her diçe zêdetir dibe

Girê Mirazan ê 3 sal berê awayek fermî ji alî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va hat vekirin, heya niha milyonek û 300 hezar mêvan ezimand û nêzî 2 milyon ziyaretvan jî ji ser pergala nîgaşî li muzeyê mêze kirin.

Bala li ser Girê Mirazan her diçe zêdetir dibe

Girê Mirazan a bi 12 hezar sal dîroka xwe va wekî "destpêka dîrokê" tê qebûlkirin û li bajarê Rihayê ye 3 sal berê di 8ê Adara 2019an da ji alî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va awayek fermî hat vekirin.

Ji ser vekirina muzeya Girê Mirazan 3 sal derbas bû û hejmara ziyaretvanên hatin serdanê û eleqedar bûn jî sal bi sal zêdetir bû û tê payîn ku wisa jî dewam bike.

Girê Mirazan di sala 2018an da di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî girt û Serokomar Erdogan jî di dema vekirinê da sala 2019an wek "sala Girê Mirazan" îlan kiribû û girê dîrokî bi vî awayî zêdetir bala turîstên xwemalî û biyanî kişand.

Girê Mirazan ê ku ji navenda bajêr 18 kîlometre dûr e û bermayiyên ji heyama neolîtîkê li ser xwe dihewîne nêzî Taxa Orencîkê ye. Di sala 1965an da herêm bi xebata hevkar a lêkolînerên ji zanîngeha Stenbol û Chicagoyê va hatibû dîtin lê di sala 1986an da cotkarekî ku erdê xwe diajot rastî peykerekî hat û li ser wê jî lêkolînan dest pê kir.

Cotkarê ku peyker ditîbû wisa fikirîbû ku ew tiştekî muhim e û ji ber vê jî ew bir û teslîmî rayedarên Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê kir. Ewilî nehat fehmkirin ku ka ev çi peyker e, bi tenê hat parastin lê paşê Prof. Dr. Klaus Schmidtê ji bo Newala Çoriya li Hîlwaniyê bikole hatibû bajêr rastî wî peykerî hat û wisa fikirî ku ew tiştekî girîng e û li ser vê jî dest bi lêkolînê kir û xwest herêmê bikole.

Bi destûra ji Midûriyeta Giştî ya Muzeyan û Berhemên Çandî ya Wezareta Çand û Turîzmê hat sitandin va Enstîtuya Arkeolojiyê ya Almanyayê û Muzeya Şanliurfayê di seroktiya Prof. Dr. Klaus Schmidt da di sala 1995an da dest bi vekolanê kirin. Di vekolanan da kevirên wekî Tyê yên di navbera 3 û 6 mêtreyan da dirêj û her yekê wan tengaya 40 an 60 tonî tên û li ser wan resmên heywanan hene hatin dîtin.

Di dema kolanê da bermayiyên perestgeha 12 hezar sal berê ku peykerên mirovan ê qasî 65 santîmetreyî mezin hene jî hatin derxistin.

Celal Uludagê Midûrê Muzeya Arkeolojiyê yê Rihayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û dîroka Girê Mirazan bi bîr xist û got ku ew der herî kêm 12 hezar sal e, heye.

Uludag hejmara mêvanên wek turîst tên girê dîrokî jî parve kir û wiha domand: "Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan piştî ku di sala 2019an da Girê Mirazan awayek fermî vekir ew sal nêzî 500 hezar kes hatin serdanê. Di sala 2020î da ji ber şewbê hejmara ziyaretvanan daket û 200 hezar kesî Girê Mirazan ziyaret kir. Lê ji ber şewbê Wezareta Çand û Tûrîzmê muzeya nîgaşî ya Girê Mirazan çêkiribû û ziyaretvanan eleqeyeke mezin nîşan dan. Heta îro nêzî 2 milyon kesî ew muzeya nîgaşî jî ziyaret kirine. Di sala 2021ê da digel şewbê 600 hezar kesî Girê Mirazan ziyaret kir."

Tê payîn ku hejmara mêvanên tên serdana Girê Mirazan zêdetir bibe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE