Li Agriyê, du zarokên ku hêj nû hatibûn dinyayê, ji ber kêmasiya qelb nexweş ketibûn. Piştî vê yekê balafira ambûlans ket dewrê. Ji bo tedawiya wan yek birin enqerê yê dinê jî birin Îstanbulê.
Du zarok…
Yek du roj berê yê din jî çar roj berê li bajarê Agriyê hatibûn dinyayê.
Lê nexweşiya wan herduyan jî heman bû.
Bi wan re kêmasiya qelb hebû.
Ji bo tedawiya wan balafira ambulans ket dewrê.
Balafira ambûlans, hat balafirgeha Exmedê Xanî ya Agriyê.
Herdu zarok neqlî balafira ambûlansê kirin.
Ji bo tedawiya qan yek birin Ankarayê yê din jî birin Îstanbulê..
Şaredarê Agriyê Savci Sayan jî li balafirgehê bû.
Navê yekî Mîrza Altan bû. Lê navê pitikê din hêj nehatibû danîn.
Piştî vê; navê wezîrê Tendursitiyê Farhrettîn Koca li pitikê din hat kirin.
Navê wî bû, Fahrettîn Derya Aydin.