Balafira ku melzemeyên alîkariyê ji Turkiyeyê birin gihîşt Beyrûtê

Bi fermana Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Turkiye melzemeyên tibbî û mirovî digel personelên lêgerîn û rizgarkirinê şand Beyrûtê

Balafira ku melzemeyên alîkariyê ji Turkiyeyê birin gihîşt Beyrûtê

Balafira kargoyê ya eskerî ku dê melzemeyên alîkariyê û personelan bigihijîne Beyrûta Paytexta Libnanê ji Balafirgeha Etîmesgutê ya Ankarayê rabibû.

Bi fermana Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî teqîna ku li Beyrûtê çêbû, Turkiyeyê melzemeyên tibbî û mirovî digel personelên lêgerîn û rizgarkirinê şand wê herêmê.

Melzemeyên ku ji aliyê Wezareta Tendirustiyê, Serokatiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) û Heyva Sor hatin amadekirin, li Balafirgeha Etîmesgutê ya Ankarayê li balafira kargoyê ya eskerî ya cureya A 400Mê hatibûn barkirin.

Wezareta Tendirustiyê 21 personelên UMKEyê, 2 yekeyên midaxeleya acîl, 3 konên hêwirîna personelan, derman û melzemeyên tibbî, AFADê jî 10 personel, ekîpman, wesayiteke rizgarkirinê û herwiha Heyva Sorê jî 3 personel, ekîbeke lêgerîn û rizgarkirinê, mezlemeyên tendirustiyê û yên alîkariya mirovî şand herêmê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE