Balafira THYê ya di navbera Pekîn-İstanbulê da seferê dike û partiya duyem a aşiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ku ji Çînê hatin sparîşkirin, tê da ne, hat Balafirgeha Stenbolê.
Balafira tîpa "Boeing 777"ê ya sefera "TK 6175ê ya Rêhewaya Tirk ku tê da aşiyên Kovîd-19ê hene, di saet 06.15an da li Balafirgeha İstanbulê danî.
Balafir bişev ji balafirgeha li Pekîna paytextê Çînê bi rê ket û piştî ku li İstanbulê danî, konteynerên tê da piştî kar û barên gumrikê kişandin depoyan.
Di sewqiyata duyem a aşiyên înaktîf da 10 milyon doz heye û qismê ewil ê sewqiyatê ku ji 6,5 milyon dozan pêk tê, bi vê balafirê hat.
AA