Balafira ku welatiyên Tirk ên li Çînê bîne Turkiyeyê

Bi balafirê wê 34 welatiyên Tirk, 7 Azerî, 7 Gurcî û Ernawidekî wê bînin Turkiyeyê.

Balafira ku welatiyên Tirk ên li Çînê bîne Turkiyeyê

 Welatiyên Tirk ên li Vuhana bajarê Çînê ya ku jê şewba koronavîrusa bi tîpa nû belav bû bi balafira kargoya eskerî ya wek ambulans hat dîzaynkirin va wê ji Çînê bînin Turkiyeyê.

Balafira kargoyê ya bi tîpa A400Myê ya Hêzên Hewayî yên Tirk duh ji Fermandariya Baregeha Sereke ya Gihandina Hewayê ya 12mîn a Qeyseriyê rabû û hat Balafirgeha Eskerî ya Etîmesgûtê û piştî tijîkirina depoya wê amûrên tibî yên hewce dikin lê hatin barkirin. Amûrên tibî yên TÎKA û Wezareta Tenduristiyê ji bo bişînin Çînê amade kiribûn avêtin balafirê.

Di çarçoveya texliyeya mezin a ji hêla Wezareta Tenduristiyê va tê birêvebirin da 2 pisporên enfeksiyonê, 4 hemşîreyên kontrola enfeksiyonê û ekîba tenduristiyê jî îro saet di 12.05an da bi firê ketin.

Bi balafirê wê 34 welatiyên Tirk, 7 Azerî, 7 Gurcî û Ernawidekî wê bînin Turkiyeyê.

Piştî kontrolkirinan wê 49 kes li balafirê bên siwarkirin û çawa ku gihîştin Enqereyê jî di odeyeka nexweşxaneyê ya ku ji bo wan hatiye cihêkirin da wê di qarantînayê da bin.

Dîroka nûkirinê: 01 Çile 2020, 17:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE