Balafira perwerdeyê ya bi navê Hurkuşê li Beypazariya Enqereyê qeza kir.
Şirketa Rêhewaya Tirk û Pîşesaziya Fezayê (TUSAŞ) daxuyand balafira Hurkuşê ya ku ji bo ceribandinê difiriya dora saet 12.30an da li Beypezariya herêma Enqereyê qeza kir.
Hat gotin rewşa 2 pîlotan baş e, lê ji bo kontrolê ew rakirine nexweşxaneyê.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin der barê bûyerê da lêkolîn dewam dike û sedema qezayê piştî lêkolîn biqede wê bê zanîn.
Piştî qezayê tîmên AFADê, cendirme û yên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
AA