Balafira texliyeyê ya THYyê ji Kabulê rabû ku were Stenbolê

Balafira texliyeyê ya THYyê ji Kabulê rabû ku were Stenbolê

Rêhewaya Tirk (THY) ji bo welatiyên Tirkiyeyê yên ku dixwestin ji Efxanistanê derkevin, seba wan balafir şand paytext Kabulê û balafir ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hemîd Qarzaî rabû ku were Stenbolê.

Li gor agahiya ku hat bidestxistin, piştî ku Taliban ket Kabulê THYyê hemû seferên xwe da sekinandin û seba welatiyên Tirkiyeyê yên li vî welatî balafira "Boeing 777-300 ER"ê şand Efxanistanê.

Balafira ku seba texliyeyê çû, di saet 11.45an da ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hemîd Qarzaî ya li Kabul rabû û ber bi Stenbolê va tê.

Tê payîn ku balafir dora saet 17.00î bi 324 rêwîyên xwe va bigihêje Balafirgeha Stenbolê.

Midûrê Giştî yê THYyê Bîlal Ekşî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir, di kordîneya Wezareta Karên Navxweyî da seba texliyekirina welatiyên Tirkiyeyê yên li Efxanistanê wan balafir şand.

Ekşî wiha got, "Em spasiya ekîba balafirê, wezîfedarên me, balyozxaneya me ya li Efxanistanê û hêzên me yên asayîşê dikin. Balafira me di rê da ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE