Balafirgeha Diyarbekirê ji ber nûkirina pîsta sereke dê heya 24ê Hezîranê were girtin

Balafirgeha Diyarbekirê ji ber nûkirina pîsta sereke dê heya 24ê Hezîranê were girtin

Wezareta Veguhestin û Binesaziyê ragihand, ji ber nûkirina pîsta sereke Balafirgeha Diyarbekirê dê mehekê ji trafîqa geştên asîmanî ra were girtin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê, xebatên nûkirinê yên ku dê sibê dest pê bikin dê heya 24ê Hezîranê bidomin.

Di vê maweya destnîşankirî da rêwiyên ku dixwazin bi rêya asîmanî biçin Diyarbekirê dê bikaribin balafirgehên herî nêzîk ên Batman û Mêrdînê bi kar bînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE