Balafirgeha İstanbulê xelata "Balafirgeha 5 Stêrk" hilda

Enstîtûya esmanî Skytraxê ya ku navenda wê Londra ye ji bo xelata "Balafirgeha 5 Stêrk" Balafirgeha İstanbulê hilbijart

Balafirgeha İstanbulê xelata "Balafirgeha 5 Stêrk" hilda

Skytraxa saziya lêkolîna gihandina esmanî ya navneteweyî ya ku navenda wê Londra ye ji bo xelata "Balafirgeha 5 Stêrk" Balafirgeha İstanbulê hilbijart.

Li gor daxuyaniya ÎGAyê Balafirgeha İstanbulê di asta dinyayê da xelatan distîne û şanaziya esmanî ya Türkiyeyê ye. Di demeke nêzîk da Konseya Balafirgehên Navneteweyî (ACI) yê di çarçoveya xelatên "16th ACI Europe Awards"ê da di kategoriya "Veguherîna Dijîtal" da Balafirgeha İstanbulê wek "Balafirgeha Herî Baş" hilbijartibû û balafigehê niha xelateke nû hilda.

Enstîtûya esmanî Skytraxê ya ku navenda wê Londra ye ji bo xelata "Balafirgeha 5 Stêrk" Balafirgeha İstanbulê hilbijart. Li dinyayê 8 balafirgeh serkeftî bûne ku vê xelatê hildin ku Balafirgeha İstanbulê jî yek ji wan e.

Di dema şewba Kovîd-19ê da xelata "Balafirgeha Xedî Tevdîra Kovîd19ê ya 5 Stêrk" hat dayîn ku Balafira İstanbulê ev xelat jî hilda. Balafirgeha Fîumîcînoyê ya Romayê, Balafirgeha Hamadê ya Navneteweyî ya Dohayê, Balafirgeha El Doradoyê ya Bogotayê jî ev xelat hildan.

Beriya xelatên Skytraxê Balafirgeha İstanbulê "Sertîfîkaya Pandemiyê ya Balafirgehê" ya ku Midûriya Giştî ya Esmaniya Sivîl dide hilda.

Balafirgeha İstanbulê "Protokola Ewlehiya Tenduristiyê ya Esmaniyê ya Covîd-19ê" ya ku Ajansa Ewlehiya Esmanî ya Yekîtiya Ewropayê (EASA) weşandibû jî îmze kir.

Ji bilî vê Balafirgeha İstanbulê "Sertîfîkaya Akredîtasyona Tenduristiyê ya Balafirgehê" ya ku ji hêla Konseya Balafirgehên Navneteweyî va tê dayîn jî hilda ku li dinyayê bû balafirgeha ewil a ev sertîfîka hildaye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE