Balafirgeha Şerafetin Elçi: rêwî roj bi roj zêde dibin

Di meha Îlonê de 40 hezar kes li balafirê siwar bûn

Balafirgeha Şerafetin Elçi: rêwî roj bi roj zêde dibin

Li Şirnexê Balafirgeha Şerafetin Elçi, beriya 5 salan hatibû vekirin. rêwiyên balafirgehê roj bi roj zêde dibin. li balafirgehê ewilî di hefteyekê de 3 sefer dihatin kirin. niha jî di hefteyekê de bi 52 sefer hene.

Sala ewil, bi tevahî 40 hezar kes li teyarê siwar bûbûn.

Çav li rê ne ku îsal 450 hezar kes li balafirê siwar bibin.

Balafira Şerafetin Elçî, beriya 5 salan li Şirnexê hatibû vekirin. Ew ji bo herêmê bû nîmeteke mezin.

Welatiyên ku dixwazin bi balafirê biçin Stenbol, Enqere û Edeneyê, berê xwe didin balafira Şirnexê.

Di serî de xelkê herêmê, Kurdên ku ji Başûr jî tên û li ser Balafirgeha Şerafettin Elçi diçin bajarên mezin.

Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2018, 12:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE