Balafirên şer ên Tirkiyeyê F-16ên Yewnanistanê ji herêma Navtexê dûr xistin

Wezareta Parastina Neteweyî: "Hêzên me yên Behrê û Asîmanê li Rojhilatê Behra Spî jî ji bo parastina heq, eleqe û berjewendiyên me bi biryardariyeke bêdawî xebatên xwe didomînin"

Balafirên şer ên Tirkiyeyê F-16ên Yewnanistanê ji herêma Navtexê dûr xistin

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku pêşî li 6 heb balafirên F-16 ên Yewnanistanê yên ku nêzî herêma wek "Navtex" hat îlankirin bûn hat girtin û ji herêmê hatin dûrxistin.

Di daxuyaniya ji ser malpera Wezaretê da hat diyarkirin ku duh pergalên radarê yên Hêzên Asîmanî yên Tirk 6 heb balafirên F-16 ên ku ji Girava Girîtê rabûn û ber bi Birêvebiriya Ruman a Qibrîsa Başûr (BRQB) diçûn tesbît kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Ji bo ku bi trafîkên eskerî yên navborî yên ku nêzî herêma wek Navtex hat îlankirin bûn ra teşxîsa çavan bê kirin û ji herêmê bên dûrxistin balafirên F-16 ên Hêzên Asîmanî yên Tirkan li başûrê rojavayê girava Qibrîsê berî girt û hat teşxîskirin ku balafir ên Yewnanistanê ne û ji herêmê hatin dûrxistin. Hêzên me yên Behrê û Asîmanî li Rojhilatê Behra Spî jî ji bo parastina heq, eleqe û berjewendiyên me bi biryardariyeke bêdawî xebatên xwe didomînin."

Wezaretê ji ser malperê û ji ser hesabê xwe yê Twîtterê dîmenên dema ku berî li balafiran hat girtin hatin kişandin jî parve kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE