Midûrê Giştî yê Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) Bîlal Ekşî daxuyand di roja ewil a sala 2019an da seferên THYyê ji sedî 93 di dema xwe da rabûn.
Ekşî li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê mijarê da daxuyaniyek da.
Ekşî wiha got: "2019yê baş dest pê kir. Di roja ewil a salê da ji sedî 93 seferên me di dema xwe da rabûn. Em kêfxweş in ku rêwiyên xwe biewlehî û bikonfor di demê da digihînin cihê wan û em bi cudahiya THYê wan dikin mêvan. Tirkiye wê mezin bibe, THY wê ji jor va bifire."
AA