Li bajarê Mûşê Mîkaîl Meteyê 17 salî dema ku berfa li ber deriyê dikana xwe paqij dikir ji ser banê avahiyê berf ket. Mîkaîl hew mabû di bin berfê de bimana. Ew dem ketin ber kameraya ewlehiya dikanê.
Bi bêrê berfa li ber dikanê paqij dikir.
Lê ji nişka ve ji ser banê avahiyê berf ket.
Demildest xwe paş ve avêt.
Bi vî awayî jê xilas bû.
Ev der bajarê Mûşê ye.
Dema ketina berfê ji aliyê kameraya ewlehiyê ya kargehê ve kêlî bi kêlî hat qeydkirin.
Mîkaîl Meteyê 17 salî behsa wan deman kir.
Dema meriv ku di bin banan de derbas dibe divê pir baldar be.