Balyozê Enqereyê yê Yewnanistanê Lazariz gazî Wezareta Karên Derva kirin

Terorîstên ku ewlehiya Türkiyeyê tehdîd dikin, her cure lojîstîk û perwerdeyê ji vê kampê hilididin.

Balyozê Enqereyê yê Yewnanistanê Lazariz gazî Wezareta Karên Derva kirin

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat hildan, Lazarîs ji bo Wezaretê hat dewetkirin û der barê mijarê da fikr û berteka Tirkiyeyê jê ra hat gotin.

Ji Lazarîs ra hat gotin ku rêxistinên terorê yên ku navê wan derbas dibin, li Yewnanistanê bi rehetî propagandayê dikin, fînansman û elemanan peyda dikin û ji bo pêkhateyên ku bi terorê ra têkildar in, Yewnanistan dibe warekî ewledar û ev taybetiya wê zêde bû.

Her wiha mînaka kampa Lavrîonê jî nîşanî Lazarîs dan. Terorîstên ku ewlehiya Tirkiyeyê tehdîd dikin, her cure lojîstîk û perwerdeyê ji vê kampê hilididin.

Ji Lazarîs ra hat gotin ku kampa Lavrionê bi qasî kampên PKKyê yên li Iraq û Sûriyeyê mezin e û ji ber ku ji vê kampê heta derdora Balyozxaneya Atînayê ya Tirkiyeyê çalakiyeke xwepêşandina PKKyê hat kirin, jê ra berteka Tirkiyeyê û li ser mijarê fikra Tirkiyeyê hat gotin.

Di hevdîtinê da fikarên li ser nûnertiyên Tirkiyeyê û welatiyên Tirk jî hatin gotin, ji bo têkoşîna terorê bendewariya tevkariyê jî cardin hat gotin.

Her wiha hat destnîşankirin ku ji ber têkiliya cînartiyê divê di têkoşîna terorê da Yewnanistan berpirsiyariyên xwe yên hiqûqa navneteweyî bi cih bîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE