Balyoza Kampalayê ya Tirkiyeyê Yavuzalp paşva hat kişand

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir ji ber dîmenên ku li Ugandayê di resepsiyona 29ê Cotmehê da bûn sedema bertekan Balyoza Kampalayê ya Tirkiyeyê Sedef Yavuzalpê paşvakişandine Enqereyê.

Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got: "Li ser medyaya civakî û di çapemeniyê da hin dîmenên resepsiyona 29ê Cotmehê ya balyozxaneya me ya Ugandayê cî girtin. Piştî ku ev dîmen ji hêla me va hatin tesbîtkirin me lêpirsînê da destpêkirin û me balyoza xwe paşva kişand."

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy jî der barê nûçeyên ku li ser medyaya civakî û di çapemeniyê da belav bûn daxuyaniya nivîskî da û destnîşan kir Balyoza Kampalayê ya Tirkiyeyê Sedef Yavuzalpê paşvakişandine Enqereyê.

Balyoza Kampalayê ya Tirkiyeyê Sedef Yavuzalp li Ugandayê ji ber cilên ku di resepsiyona 29ê Cotmehê da li xwe kiribû rastî bertekan hatibû.

Dîroka nûkirinê: 03 Mijdar 2018, 16:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE