Balyozên li nûnertiyên derva hatin tayînkirin diyar bûn

Li Wezareta Karên Derva ji bo hin balyozxane û nûnertiyên mayînde, nûnerên nû hatin tayînkirin û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu jî li hin balyozan geriya û ciyê nû yê peywira wan, teblîxî wan kir

Balyozên li nûnertiyên derva hatin tayînkirin diyar bûn

Eşkere bû, li Wezareta Karên Derva ji bo hin balyozxane û nûnertiyên mayînde, nûnerên nû hatin tayînkirin û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu jî li hin balyozan geriya û ciyê nû yê peywira wan, teblîxî wan kir.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji çavkaniyên dîplomatîk wergirt, Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu duh bi şev bi têlefon li hin balyozan geriya, ciyê nû yê peywira wan, teblîxî wan kir û ji wan ra got ku bixêr be.

Li gorî vê, alîkarê misteşar ê berê Cîhad Ergînay ji bo Balyozxaneya Tirkiyeyê li Madridê, Kaan Esener ji bo Nûnertiya Mayînde ya Tirkiyeyê ya Konseya Ewropayê, Mehmet Kemal Bozay ji bo Nûnertiya Mayînde ya Tirkiyeyê li Yekîtiya Ewropayê, Murat Ateş ji bo Balyozxaneya Tirkiyeyê li Brazilyayê, Umît Yildirim jî ji bo Balyozxaneya Tirkiyeyê li Wienayê hatin tayînkirin.

Ji xeynî vê, Midûrê Giştî yê Karûbarên Konsolosxaneyan ê Wezareta Karên Derva Mehmet Samsar wekî Balyozê Moskoyê, Midûrê Giştî yê Kafkasya Asyaya Navîn Rûsya û Ewropaya Rojhilat Şefîk Vural Altay jî wekî Balyozê Buenos Airesê hatin peywirdarkirin.

Hat ragihandin, Wezîr Çavuşoglu dê têlefonên xwe yên ji bo balyozên ku tayînên wan derketine, bidomîne.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE