Saziya piştevaniyê ya pêşketina cotkarî û çolterê, bi hîbeyê kêfa heywandarên mûşê tîne. Ji bo aboriya herêmê baştir bibe sazî wê ji sedî 70 hîbeyê bide.
Mûş bi heywandarî û çandiniya xwe derdikeve pêş.
Dewlet jî ji bo ekonomî çêtir bibe bi riya saziyên cuda piştgiriya heywandaran dike.
Niha jî Saziya Piştevaniya Pêşketina Cotkarî û Colterê, di navbera ji sedî 40 û 70yê de hîbeyê dide welatiyên ji 40 salî piçûktir.
Ev hîbe ji bo xwedîkirina heywanên koxikan e û tê xwestin di vî warî de xebat û proje bên kirin.
Hîbe ji bo projeyên di navbera 30 hezar û 750 hezar lîreyî de ye.
Mûş niha bi xwedîkirina 100 hezar qazan li welêt yekem e. Bi hîbeyê tê xwestin heywandariya li herêmê xurttir bibe.