Banga "Greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bikin"

Serkirdeyê rêxistina terorê Ocalan wiha got:"Hevalên ku greva birçîbûnê dikin û rojiya mirinê digrin di serî da ez li bendê me ku hûn piştî daxuyaniyên herdu parêzerên min çalakiya xwe bi dawî bikin."

Banga "Greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bikin"

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Uysalê piştî hevdîtina ku li Îmraliyê bi serkirdeyê rêxistina terorê Abdullah Ocalan ra kir, metna ku Ocalan amade kir xwend û wiha got, "Hevalên ku greva birçîbûnê dikin û rojiya mirinê digrin di serî da ez li bendê me ku hûn piştî daxuyaniyên herdu parêzerên min çalakiya xwe bi dawî bikin."

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 22yê gulanê da li Grava Îmraliyê bi serkirdeyê rêxistina terorê Abdullah Ocalan ra hevdîtin kir û der heqê hevdîtinê da li otêleke Taksîmê civîna çapemeniyê li dar xist.

Parêzer Newroz Uysalê bi Raziye Turgut, Îbrahîm Bîlmez û Rezan Sarica ra civîna çapemeniyê li dar xist û metna ku îmzeya serkirdeyê rêxistina terorê Ocalan li ser e, xwend.

Di metna Uysalê xwend û Ocalan tê da bang dike ku rojiyên mirinê bi dawî bibin da wiha hat gotin, "Hevalên ku greva birçîbûnê dikin û rojiya mirinê digrin di serî da ez li bendê me ku hûn piştî daxuyaniyên herdu parêzerên min çalakiya xwe bi dawî bikin. Ez bi rehetî bêjim ku meqseda we ya ji bo min jî hasil bû û ji we hemûyan ra spasî û hezjêkirinên dil û can pêşkêş dikim. Esil piştî vî qasî ez li bendê me ku hûn bi tê ra xwe û îradeya xwe hevaltiya min bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Gulan 2019, 10:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE