Li Mêrdînê hindik mirov aşî dibin û hejmara nexweşên şewbê jî zêde ye. Ev rewş tesîreke nebaş li sektora turîzmê jî dike. Ji ber vê turîzmkar dixwazin her kes derziya koronayê li xwe bide.
Tirkiye dixwaze bi aşiyê rê li ber vîrûsa koronayê bigire.
Lê li hin bajaran zêde mirov aşî nabin.
Yek ji wan jî Mêrdîn e.
Li Mêrdînê zêde welatî derziyê li xwe nadin û nexweşiya koronayê jî gelekî belav bûye.
Hejmara nexweşên koronayê tesîreke xirab li turîzma bajêr jî dike.
Loma turîzmkar dixwazin ku her kes derziya koronayê li xwe bide.
Tîmên tenduristiyê li cihên dîrokî yên li navenda bajêr jî standan vedikin û mirovan aşî dikin.