Banga nexweşê vîrûsa koronayê

Piştî tedawiya vîrûsê bang kir û got “ji malê dernekevin”

Banga nexweşê vîrûsa koronayê

Welatiyê ji Kiziltepeya Mardinê Ferhat Bozan li ser riya Îstanbulê bi vîrûsa koronayê ket. Bozan hat tedawîkirin û niha rewşa wî baş e. Bozan bangî her kesî kir ku bila tu kes ji mala xwe dernekeve.

Bi vîdeyoyekê û bi van gotinan bangî her kesî kir.

Ferhat Bozanê 30 salî gava bi kamyona xwe ji bo bar diçû Îstanbulê bi vîrûsa koronayê ket.

Her çend hin test hatibin kirin jî nexweşiya wî nehat tespîtkirin.

Bozan piştî vegeriya Kiziltepeya Mardinê çû nexweşxaneyeke taybet û testeke nû da kirin.

Testa wî pozîtîf derket û piştî rewşa wî giran bû jî, 10 rojan di beşa nexweşiyên giran de ma.

Tedawiya wî qediya û baş bû. Ji beşa nexweşiyên giran derket, bi vîdeoyekê bangî xelkê kir. got ji mala xwe dernekevin.

Hat ragihandin ku Bozan piştî 2-3 rojan wê ji nexweşxaneyê derkeve û li mala xwe wê 15 rojan di karantînayê de bimîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE