Bankeya Dinyayê alîkariyên ji bo Efxanistanê dan sekinandin

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Me ji bo operasyonên me yên li Efxanistanê dayîna pereyan da sekinandin, em rewşê li gor polîtîkaya xwe ya navxweyî û prosedurên xwe ji nêz va dişopînin û dinirxînin."

Bankeya Dinyayê alîkariyên ji bo Efxanistanê dan sekinandin

Di daxuyaniya ku ji Berdevkê Bankeya Dinyayê hat dayîn da hat gotin ku ew ji ber rewşa li Efxanistanê û bi taybetî ji miemeleya hemberî jinan pir bi fikar in.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Me ji bo operasyonên me yên li Efxanistanê dayîna pereyan da sekinandin, em rewşê li gor polîtîkaya xwe ya navxweyî û prosedurên xwe ji nêz va dişopînin û dinirxînin."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku banke wê bi civaka navneteweyî û şirîkên pêşketinê ra îstişareyan bidomîne, ji bo parastina destkeftiyên pêşketinê ku bi zehmetî tên bidestxistin û piştgiriya gelê Efxanistanê ew ê li rêyên piştgiriyê bigerin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE