Li Muş, Hakkari, Van û Bitlisê bajarên herêma Rojhilatê ji ber barana zêde û bahozê banên hin xaniyan firîn û di qada çûn û hatinê da zehmetî çêbû.
Li Vanê barana ku ev du roje car caran dibare çawa ku vekir ba rabû û bi xwe ra bahoz anî.
Ji ber bayê zêde dihat lewheyên hesin ên bi dîwarên navendeke danûsitendinê va bûn ketin û li hin navçeyan jî banên hin xaniyan zirar dîtin.
- Muş
Li Muşê jî ji ber bahoza ji duh va bi tesîre banên hin avahiyan firiyan û bi ser wesayîtan da ketin.
Ekîbên AFAD û tîma agirkujiyê ji bo tespîtkirina zirar û ziyanê xebitîn.
Gokaya Bozkurtê wesayîta wî zirar dît daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku seranserê şevê ba hebû û wiha domand: "Bi şev di saet 3.30yî da dengekî zêde hat. Çawa deng hat ez bazdam şaneşînê û ez çi bibînim. Banê xanî ketiye ser wesayîta min."
- Bitlis
Li Bitlisê jî ji ber bayê zêde bi tesîr bû banên hin avahiyan firiyan.
Li bajêr tiştek bi kesî nebû û ekîbên tîma agirkujiyê bermayiyên ji banên xaniyan da ketibûn ser kuçe û kolanên bajêr, paqij kirin.
Polêsan jî ji welatî û şofêran xwestin ku bila bi baldar bin.
- Hakkari
Li Hekariyê jî ji ber barana zêde di qada trafîkê da zehmetî çêbûn.
Li texma gundê Yaylapinarê avê di ser çem ra avêt û rêya Şemzînan-Derecikê ji çûn û hatinê ra hat girtin.
Li nêzî gundê Durakê jî qismekî rêya Yuksekova-Şemzînanê ji ber barana zêde pelişî.
AA