Bariyerên ji betonê hatin rakirin

Di 2016an de li dijî gefa terorê bariyerên ji betonê hatibûn danîn

Bariyerên ji betonê hatin rakirin

Li navenda Sêrtê di sala 2016an de ji ber gefa êrîşên terorî bariyerên beton û berîqatên hesin hatibûn danîn. Êdî li bajêr gef nema û aramî pêk hat. Ji ber vê jî êdî bariyer yek bi yek tên hildan.

Li Sêrtê di sala 2016an de li ber hin cihên girîng li hemberî gefa terorî tevdîr hatibûn girtin.

Di çarçoveya tevdîran de li ber lojmanên polîsan jî bariyerên beton û berîqetên hesin hatibûn danîn.

Êdî gefa terorî ji holê rabû. Ji ber vê jî êdî bariyer û berîqet bi vîncan yek bi yek tên hildan.

Beriya mehekê jî bariyer û dubayên li ber Midûriyeta Ewlekariyê hatibûn hildan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE