Baroya Diyarbekirê bang li PKK’ê kir

“Zarokan neke şervan û wan li malbatên wan vegerîne”

Baroya Diyarbekirê bang li PKK’ê kir

Rêxistina terorî PKK û YPG’ê, digel hemû peymanên navneteweyî, bi darê zorê zarokan direvîne û wan dike şervan. Baroya Diyarbekirê, li ber hemberî vê îstasmarkirinê bang li pkk`ê kir û got: "zarokan berdin."

Li Turkiyê PKK, li Sûriyê jî PYD, dest davêje zarokên 10-12 salî.

Rêxistina terorî, zarokên biçûk direvîne û wan bi zorê dixe nav şer.

Îstismarkirina zarokan a PKK’ê, di rapora Pentagonê û ya Neteweyên Yekbûyî de jî cih girt.

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Diyarbekirê, bi daxuyaniyeke nivîskî ji PKK’ê xwest ku zarokên di nav rêxistina de ne, demildest werin berdan.

Daxuyanî li ser hesabên medyaya civakî hat ragihand:

“Ji ber çi sedemî û ji aliyê kê ve dibe bila bibe, şervantiya zarokan, li dijî nirxên mirovahiyê û prensîbên hiqûqî yên mirovatiyê ye. Heta 18 saliya xwe, her mirovek, zarok e. Ji ber vê yekê em qebûl nakin û şermezar dikin ku zarokan bikin aliyekî şer an jî pevçûnan. Em daxwaz dikin ku van zarokan, bila demildest teslîmî malbatên wan werin kirin.”

Rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd, banga baroya Diyarbekirê nirxandin û gotin ev gaveke girîng e lê tê de gelek kêmasî hene.

Serokê Şaxa Askonê Parêzer Cevdet Nasiranli rexne li Baroyê kir û got: lazim e di daxuyaniyê de navê PKK’ê eşkere bihata gotin.

Ji aliyekî ve jî nobeta dayikan, ji bo ku bigihêjin zarokên xwe yên xapandî, li ber deriyê HDP’ê dewam dike.

Ji ser berxwedan û têkoşîna dayikan de 342 roj derbas bûn. Malbatên birûmet, zarokên xwe dixwazin.

PKK ji bo menfaetên dewletên emperyalîst jiyana zarokên kurdan tarî dike. Rêxistina terorî di 36 salan de 20 hezar zarokên biçûk ji xwe re kirine şervan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE