Rêxistina terorî ypg/pkk, li sûrîyê bi darê zorê zarokan ji malbatên wan diqetîne, dişîne nav şer. Ji wan zarokan yek jî Cemal Cabo yê 15 salî ye. Bavê wî dike qêrîn û dibêje bila ypg/pkk kurê min berde...
YPG/PKKya rêxistina terorî bi salan e zarokan direvîne û dixapîne, wan tevlî xwe dike.
Rêxistina terorî li Sûriyeyê qîz û kurên emrê wan hêj negihîştiye 15 salan hildide dibe kampan û tevlî perwerdehiya çekan dike.
Yek ji wan zaroka jî Cemal Cabo yê 15 salî ye . Kurikê 15 salî niha di destê rêxistina terorî PKK/YPGê de ye. Malbata dilşewitî tu agahî jê nestandîye.
Celal Cabo, bavê Cemal Cabo got ku PKK/PYDê li gundê Ehresê yê Herêma Şeheba lawê min revand û ew bir cihekî taybet da ku bike çekdar.
Bavê Celal Cabo, bang li YPG û rêxistinên navdewletî kir da kurê wî berdin.
Rêxistina Mafê Mirovan jî ragihand ku ew kurik, piştî îmzekirina çekdarnekirina zarokan hatiye revandin.
Malbata wî niha li benda xebereke xêrê ye.