Bavê wan 3 sal in wenda ye

Zarokên wî li bavê xwe yê 75 salî digerin

Bavê wan 3 sal in wenda ye

Xelîl Duman beriya 3 salan li gundê xwe wenda bû û ji wê rojê heta niha tu kes nizane li ku ye. Malbat pir lê geriya lê şopek jê nedît. Zarokên wî niha careke din bangî rayedaran dikin.

Xelîl Duman di sala 2018an de ji malê derket, ber bi zeviyên xwe ve çû û careke din venegeriya.

Ji ser 3 sal derbas bûn lê hêj his û pis jê nayê.

AFAD û cenderme bi rojan li pey ketin lê tu şopekê ji zilam peyda nekirin.

Keçên wî Sitî û Gurbet duman bangî rayedaran dikin da ku bila dilê wan rehet bikin.

“ Ji roja ku wenda bûye heta niha, tu xeberek ji bavê mi nîn e. Ji kerema xwe re, heke sax be bibînin, heke mirî be jî cendekên wî bînin ji me re.”

Li ser wendabûna Xelîl Duman gelek gotegot hene lê heta niha tu xeber jê nehatiye.

Xelîl Duman 75 salî bû û bavê 9 zarokan bû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE