Bavekî din jî beşdarî nobeta ewladan a li pêşiya avahiya HDPyê ya İzmirê bû

Bavekî din jî beşdarî nobeta ewladan a li pêşiya avahiya HDPyê ya İzmirê bû

Piştî Mehmet Laçînê ji bo qîza xwe ya PKKya rêxistina terorê revand çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya İzmirê ya HDPnobeta ewladan da destpêkirin bavekî din ê kurê wî revandine jî beşdarî çalakiyê bû.

Yasur Dulgeyê li pêşiya avahiya Serokatiya İzmirê ya HDPyê bi Laçîn ra dest bi nobetê kir got ku kurê wî yê 27 salî 10 sal berê bi destê HDPyê û şaxên wê hat revandin û ji wê rojê vir da jê tu xeberê hilnade. Dulge bangî kurê xwe kir ku vegere.

Dulge destnîşan kir ku kurê wî şevekê nehat malê, demekê şûnda têlefona wî hat girtin û paşê jî tu xeberek jê hilnedan û li tevahiyê Tirkiyeyê li kurê xwe geriya.

Dulge got di encama lêkolînan da pê hesiya ku kurê wî li çiyê ye û wiha axivî: "Ji ber nexweşiya sarayê demeke dirêj hat dermankirin. Hem ji nexweşiya wî hem jî ji safbûna wî îstifade kirin û birin wê derê. Me qet têkilî daneynî. Min bihîst ku apê Mehmet li vê derê ye. Min li vê derê dest bi nobetê kir. Min serî li qereqol, ewlekarî û her ciyî xist. Ciyê ku min serî lê nexist nema. Kurê min vegere were. Hetanî neyê ez ji vê derê ranabim. Bira demildest were, teslîm bibe, cezayê wî hebe jî bira bikişîne."

Laçîn jî got ji ber ku Dulge bi wî ra dest bi nobetê kir gelekî kêfxweş bû û wiha pê da çû:

"Hatina Yasur beg quwet da û wêrekî da min. 210 roj e li pêşiya avahiya İzmirê ya HDPyê nobeta min dewam dike. Dema min dest bi nobetê kir min 15 roj dem da wan. Min got ewlada min paşda bînin yan jî min qanî bikin ku we qîza min nebiriye paşê ez ê ji vê derê rabim. Nebûn mixatab. Min nobeta xwe domand. Ji wê rojê vir da li vê derê me. Li holê ye ku li pey xeyalên berhewa ne. Duh 29ê Cotmehê bû. Hemû Tirkiyeyê 29ê Cotmehê pîroz kir. Partiyan ala li ba kirin, ew qet şerm nakin qala azadiyan dikin. Heke partiya legel be çima ala tune. Qet şerm nekirine pankart li dar da kirine."

Laçîn got dixwazin ku ceza bidin kesên zarokên wan revandine û wiha axivî: "Min li dijî rêveberiya HDPyê daxwazname da serdozgeriyê. Ji bo bişînin Wezareta Karên Navxweyî daxwazname da Walîtiya İzmirê. Ez daxwaznameyên xwe teqîb dikim. Hêviya min ew e ku dozê were vekirin. Ew birevin ez ê bidim pey wan. Qîza min wekî mertal bi kar dianîn."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE