Li Semsûrê dîplomaya hezar û 898 salî ya ku ji dewra romayê maye hat dîtin. hat ragihandin, dema li bajarê perreyê lêkolîn dihat kirin dîploma hatiye dîtin.
Li bajarê antîk Perreya Semsûrê dîplomeyeke dîrokî hat dîtin.
Dîplomeya hezar û 898 salî ku ji dewra Romayê maye, bi latînî li ser lewhayeke bronz hatiye nexşandin.
Hat ragihandin ev dîplome beraetnameyek e û ji bo leşkerekî Romayî hatiye nivîsîn.
Dîplomeya dîrokî niha li Muzeya Semsûrê tê nîşandan.