Baxçeyê Gel ê Batmanê hat vekirin

Li şûna stada bajêr li ser 40 hezar donim eraziyî hat avakirin.

Baxçeyê Gel ê Batmanê hat vekirin

Li Batmanê li ser 40 hezar donim erdî Bexçeyê Gel hat avakirin. Vekirina baxçe bi merasîma komî bi beşdarbûna Serok Recep Tayyip Erdoğan hat vekirin.

Li Batmanê Stada Bajêr a 16ê Gulanê hat hilweşandin.

TOKİ’yê li şûna stadê baxçeyê gel çêkir. Baxçeyê Gel li ser 40 hezar donim eraziyî hat çêkirin.

Li baxçe mescîd, qadên bazdanê, cihên lîstikê, baxçeyên temayê û gelek cih hatine çêkirin.

Di 5ê Hezîranê Roja Havirdorê de, ligel baxçeyên gel ên li bajarên cuda, Baxçeyê Gel yê Batmanê jî hat vekirin.

Welatî li baxçeyê gel geriyan û ji bo vê xizmetê sipasî rayedaran kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE