Li Silopiyê, mamosteyên dibistana koçê di hewşa dibistanê de baxçeyên hobiyê ava kirin. Mamoste bi qasî 6 mehan xebitîn û wan ji bo xwendekaran cihên xweş çê kirin.
Ji ber şewba vîrûsa koronayê dibistan hatin girtin, perwerde ji dûr ve çêbû.
Li Silopiya Şirnexê mamosteyên Dibistana Koçê li hewşa dibistanê xebateke baş kir.
Mamoste bi qasî 6 mehan xebitîn û wan baxçeyên hobiyê ava kirin.
Niha li hewşê cihên rûniştinê, hêşinayî û qefesa kerguyan hene.
Xwendekar di navbera dersan de derdikevin derve û baxçeyên hobiyê bêhna xwe vedidin.