Baxçeyên Iğdirê bi pelên daran xemilîn

Bi payîzê re bax û baxçe bi pelên daran rengîn bûn

Baxçeyên Iğdirê bi pelên daran xemilîn

Li Îdirê dema payîz tê, bax û baxçe bi rengê pelên daran rengîn dibin. ji bajêr gelek kes tên û di nav daran de him ji xwe re digerin him jî wêneyan dikşînin.

Bi payîzê re dar pelên xwe yên rengo rengo diweşînin û pê re jî dîmenên gelek xweş çêdibin.

Li Îdirê jî dema payîz tê, bax û baxçeyên darên fêkiyên bi rengên cur bi cur dixemilin.

Xelkê herêmê jî ji bo dîtina van dîmenên xweş tên serdana baxçeyan; li vir him bêhna xwe berdidin him jî wêneyan digrin.

Serdêrên baxçeyan dibêjin di nav van daran de hizûr û aramî heye, kesên îmkanên wan hene divê werin û li vir bêhna xwe vedin.

Dîroka nûkirinê: 23 Mijdar 2018, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE