Baxçeyên qeysiyan ên Îdirê bi rengên biharê xemilîn

Bi hatina biharê ra baxçe spî bû û kesên ku ji siruştê hez dikin û wêneyan dikişînin jî baxçeyan xalî nahêlin.

Baxçeyên qeysiyan ên Îdirê bi rengên biharê xemilîn

 Li Tuzlucaya navçeya Îdirê darên qeysiyan kulîlk vedan û baxçeyên qeysiyan bi rengên biharê xemilîn.

Baxçeyên qeysiyan havînê bi fêkiyên xwe, payîzê bi belgên xwe yên zer, biharê jî bi kulîlkên xwe yên spî va bala ziyaretvanan dikişînin.

Bi hatina biharê ra baxçe spî bû û kesên ku ji siruştê hez dikin û wêneyan dikişînin jî baxçeyan xalî nahêlin.

Endamê Kulûba Wêne Ger Çand û Siruştê ya Îdirê û wênekêş Harun Cengiz ji nûçegihanê AAyê ra got ku wan wêneya baxçeyên qeysiyan kişand.

Alî Ozturkê siruşthez jî daxuyand ku ew ji bo ku di Geliyê Erez da bimeşe hat û wiha dewam kir, "Em her sal di vê demsalê da dibînin ku darên qeysiyan kulîlk vedidin. Heftyeyek şûnda darên sêvê jî wê kulîlk vedin. Divê her kes vê xweşikahiyê bibîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE