Li Mûşê niha dema pincaran e. Hin welatiyên mûşî pincarên wekî gulik, ribêz,kereng û soryasê yên herêmê berhev dikin. Dûv re jî bi kamyonan dişînin bajarên wekî Îstanbul,Ankara,Îzmir û Bursa
Herêma Mûşê bi pincar û gihayên xwe yên xwezayî tê nasîn.
Li herêmê ji gulik û ribêzê heta kereng û soryasê gelek pincar xwe bi xwe çêdibin.
Ev giha û pincar jî ji bo hin welatiyên herêmê dibin bazarek.
Li Mûşê hin welatî gund bi gund digerin, bi tonan pincar û giha berhev dikin.
Paşî tînin li kamyonên mezin bar dikin û ber bi bajarên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr û Bursayê ve dişînin.
Kesên bazara van pincaran dikin dibêjin ku li bajarên mezin gelek welatî ji xwe re van giyayan dikirin.