"Bazirganiya di navbera me û Rûsyayê da her tim zêde dibe"

Erdogan destnîşan kir hemd ji Xwedê ra di vê sala li pey xwe hiştine da gihîştine hedefa xwe û got ku me xeta xazê bi serfirazî temam kir.

"Bazirganiya di navbera me û Rûsyayê da her tim zêde dibe"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got "Mafê tu kesî tuneye ku tenê ji bo berjewendiyên xwe Iraq di serî da hemû herêmê biavêje nav çembereke nû ya agir."

Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê di merasima vekirina xeta xazê ya TurkAkimê da axivî ku bi vê xetê xaza Rûsyayê ji ser Tirkiyeyê ra neqlî Ewropayê dikin.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got ku me bi dostên xwe yên Ûris ra ji bo TurkAkimê kedeke mezin da û ev proje him ji aliyê têkiliyên dualî him jî ji aliyê nexşeya vejenê va projeyeke dîrokî ye.

Erdogan destnîşan kir hemd ji Xwedê ra di vê sala li pey xwe hiştine da gihîştine hedefa xwe û got ku me xeta xazê bi serfirazî temam kir.

Serokomar Erdogan diyar kir di nav 33 salan da ji Rûsyayê qasî 400 milyar mêtrokup xaza sirûştî peyda kirine û wiha got: "Bi saya projeyê va ji 31,5 milyar mêtrekup xazê 15,75 milyar mêtrokup ew ê bêyî navbeynkariya dewletên din rasterast were welatê me."

Erdogan der barê têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê da got ku hevkariya me ya di warê enerjiyê da wekî qadên din, ji her cure ceribînê derbas bû û bi ser ket û wiha dewam kir: "Bazirganiya di navbera me û Rûsyayê da her tim zêde dibe. Me destûr neda ku cudabûna fikrên me yên vê axiriyê têkeve pêşiya berjewendiyên me yên hevpar."

Serokomar Erdogan diyar kir li Rojhilatê Behra Spî şansê tu projeyeke Tirkiyeyê li derveyî wê bên hiştin tune ye ku ji hêla aborî, hiqûqî û dîplomasiyê va bikeve rewacê.

Erdogan balê kişand ser geşedanên di navbera Amerîka û Îranê da û wiha got: "Wek Tirkiye em teqez li pey rageşiya herêmê nînin. Em tu car jî li pey nebûn. Rageşiya di navbera mitefiqê me Amerîka û cînarê me Îranê da ya ku demek e dewam dike, gihîşte asteke em qet jê ne razî ne."

Serokomar Erdogan got ku silametiya Tirkmenên Iraqê ji bo me bi qasî ewlehiya welatiyên me girîng e.

Erdogan diyar kir li erdnîgariya wan êdî mecalê tu kesî nemaye ku bedelên nû bidin û got ku armanca me ew e ku rageşiyê kêm bikin ji nû va aqlê selîmê hakim bikin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir wê hemû îmkanên di destê xwe da seferber bikin û destûrê nedin ku herêma wan di xwîn û rondikên çavan da bixeniqe û got ku di vê pêvajoya krîtîk a ji bo şer li defê dixin da em hemû rêyên dîplomasiyê bi kar tînin û ji bo daxistina tansiyonê hewl didin.

Erdogan diyar kir mafê tu kesî tuneye ku tenê ji bo berjewendiyên xwe Iraq di serî da hemû herêmê biavêje nav çembereke nû ya agir û got ku wek Tirkiye em naxwazin ne Iraq, ne Sûriye, ne Lubnan û ne jî herêma Kendavê bibe cihê şerên wesayetê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE