"Behra Spî ya Rojhilatê mijara hevpar a hemû Tirkiyeyê ye"

"Em ê tu carî qaşo tifaqa ku bi sernava 'Di vejenê da Enosis' e û KKTCyê û Tirkên Qibrisê tune dihesibîne jî qebûl nekin"

"Behra Spî ya Rojhilatê mijara hevpar a hemû Tirkiyeyê ye"

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez got, "Tirkiyeyê ji doza xwe ya mafdar a li Rojhilatê Behra Spî neyê xwarê. Lewra bingeha mîsyona me ya dîrokî û stratejiya me xwe dispêre netewîtî û xwemalîbûnê. Bira her kes bizane ku Behra Spî ya Rojhilatê mijara hevpar a hemû Tirkiyeyê ye, em wek milet duh li vê derê bûn, îro jî li vê derê ne û em ê sibê jî li vê derê bin."

Donmez di vekirina Kongre û Fuara Stratejiya Vejenê ya Dinyayê da axivî û der barê xebatên ku Tirkiyeyê di demên dawîn da kirin da agahî da.

Donmez got Tirkiye bi keştiyên sondajê yên behra kûr ên ewil va bîrên sondajê yên ewil vedan û wê xebatên xwe biryardarî bidomîne û wiha dewam kir:

"Tirkiyeyê ji doza xwe ya mafdar a li Rojhilatê Behra Spî neyê xwarê. Lewra bingeha mîsyona me ya dîrokî û stratejiya me xwe dispêre netewîtî û xwemalîbûnê. Bira her kes bizane ku Behra Spî ya Rojhilatê mijara hevpar a hemû Tirkiyeyê ye, em wek milet duh li vê derê bûn, îro jî li vê derê ne û em ê sibê jî li vê derê bin."

Donmez destnîşan kir ku li Behra Spî ya Rojhilatê him li qadên ku Komara Tirkiyeyê ruhsata wan dane Petrolên Tirkiyeyê him li qadên ku KKTCyê ruhseta wan dane Petrolên Tirkiyeyê lêgerîn wê dewam bike û wiha pê da çû:

"Ev lêgerîn li gor rewşa me ya mafdar a ku hiqûqa navneteweyî dide me ye. Em ê tu carî qaşo tifaqa ku bi sernava 'Di vejenê da Enosis' e û KKTCyê û Tirkên Qibrisê tune dihesibîne jî qebûl nekin." AA

Dîroka nûkirinê: 26 Tebax 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE