Behsa zehmetiyên jiyana jinan dikin

Pêşaneya wêneyan wê heta 30ê Adarê dewam bike 

Behsa zehmetiyên jiyana jinan dikin

Li Paytext Enqerê ressam û wênegiran bi berhemên xwe jiyana jinên kedkar û çand û hunerên herêmî nîşan dan. pêşaneya ku tê de behsa barên li ser jinan dikin wê heta 30ê adarê dewam bike. 

Jinên me yên kedkar…  

Pez didoşin,,, li ber tenûrê nan dipêjînin,,, tevnê dikin, bi zarokan re mijûl dibin… 

Barê li ser jinan û çand û hunerên herêmî li paytext Enqerê bi resm û fotografan tên nşandin. 

Ji wan berhemên balkêş yek jî ev wêne ye. 

Muş, Trabzon, Qeyserî û gelek bajarên din… 

Di vê pêşaneyê de ji her herêmê çîroka jinikekê  heye. 

 “Jin kedkar in… Me xwest bi vê pêşaneyê em behsa jinên me yên zehmetkêş bikin… Di vê pêşaneyê de jinên ku li ber tendûrê nan dipijînin jî hene; jinên ku li kargehan dixebitin jî, baleyê dikin jî.” 

Pêşangeha li Odeya Sinayiyê ya Enqerê wê heta 30ê Adarê dewam bike. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE