Belavkirina goştê Qurbanê

Bi rêya weqfê bi hezaran malbatên feqîr goşt dixwin

Belavkirina goştê Qurbanê

Di cejna qurbanê de gelek xêrxwaz qurbanan serjê dikin û li feqîran belav dikin. Weqfa "Karwanê Ûmûdê" jî dibe wesîleya vê xêrê û li feqîran goştê qurbanan belav dike. Weqf di cejna qurbanê de goştê qurbanê li nav welêt û li derveyî welêt belav dike.

Di cejna qurbanê de Misilmanên ku rewşa wan a aborî baş in ya bixwe yan jî bi rêya weqfan qurbanan serjê dikin.

Weqfa Karwanê Ûmûdê jî bi salan e di xizmeta feqîran de ye û goştê boraqan belav dike.

Ev belavkirina goştê qurbanê hem li nav welêt hem jî li 20 dewletên misilman tê kirin.

Kesên ku dixwazin qurbanên xwe bigihînin feqîran weqf dibe alîkar û li ser navê wan qurbanan serjê dike.

M. Emin Olgun Yasîn Börü û hevalên wî jî bi bîr anî û got bi hezaran kesên weke wan niha goştê qurbanan belav dikin.

Karwanê Ûmûdê goştê qurbanan mal bi mal belav dike û welatî jî ji vê xizmetê kêfxweş in.

Heta roja dawî ya cejnê dê belavkirina goştê qurbanan bi rêya weqfê dewam bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE