Belgeyên ezmûna têketina zanîngehan eşkere bûn. Xwendekar wê li ser malpera ösym’ê belgeyên xwe bigrin.
Ji bo ezmûna zanîngehan a sala 2019an ciyên ezmûnê yên xwendekaran, dibistan û salon diyar bûn.
Belgeyên xwendekaran li ser malpera ÖSYM’ê hatin ragihandin.
Xwendekar wê bi nimareya nasname û şîfreya xwe bikarin belgeyên xwe bigrin.
Ezmûnên têketina zanîngehan wê di 15 û 16ê Hezîranê bên kirin.
Piştî ku ezmûn dest pê bike xwendekar wê nikaribin bikevin salonan.