Belgeyên ku ji lijneyên navçeyan xwestin didin YSK’ê

Endam û serokên lijneya sindoqan ji kesên ne karmend hatine hilbijartin.

Belgeyên ku ji lijneyên navçeyan xwestin didin YSK’ê

Gelo hilbijartina Stenbolê wê bê dubarekirin an na? Ji bo bersiva vê pirsê çavê her kesî li lijneya hilbijartinê ya bilind e(YSK). Belgeyên ku ji lijneyên navçeyan hatin xwestin, tên ber destê YSK’ê. Lijne, wê hefteya pêş me hilbijartina Stenbolê car din bi nirxîne.

Hilbijêrên kêmraye deng dane…

Endam û serokên lijneya sindoqan ji kesên ne karmend hatine hilbijartin.

Lijneyên hilbijartinê yên navçeyên Stenbolê li ser van hemû hincetên îtirazên derasayî, lêkolînê dikin.

Piştî îtiraza AK Parti û MHP’ê ku xwestin hilbijartina Stenbolê bê dubarekirin, YSK’ê ji bo lêkolînkirina îdiayan 5 roj misade da lijneyên navçeyan.

Ev dema ji bo seranserê Stenbolê wê roja Yekşemê xilas be.

Lijneyên Maltepeyê jî herî dereng divê roja Duşemê belgeyên xwe bişînin.

11 endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind hene. Ji bo biryarê divê piraniya wan dengê xwe bidin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE