Îsal berf û barana zêde bendav tijî kirin, xêr û bereket ket erdê. Li Siwêregê peravên bendav û çemê feratê tev hêşîn bûn. Her wiha bejaya li derdora bendavê jî bû wekî giravan.
Berf û barana zêde ya îsal kêfa cotkaran anî. Bi saya vê xweşikahiya xwezayê ya herêmê jî derdiekve holê.
Li dora bendava Atatürkê û çemê Feratê giravên biçûk çêdibin.
Giravên di nav avê de herêmê dixemilînin.
Xwediyên axa wê derê bangî turîstan dikin ku bala xwe bidin van xweşikahiyan. Gundê Tilakînê jî yek ji wan deran e.
Gundê ku bi hatina biharê re hêşîn bûye niha li benda turîstan e.