Bendava Alparslan 1ê tijî bû

Piştî berf û baranê ji sedî 93yê bendavê tijî bû

Bendava Alparslan 1ê tijî bû

Îsal heya meha nîsan û gulanê jî li Mûşê berf û baran hebû. Bi berf û baranên biharê re Bendava Alparslan 1ê jî hema hema tijî bû. Rayedaran ragihand ku bendav ji sedî 93 tijî bûye.

Bi bendavên li herêmê deştên bejî jî êdî têne avdan.

ji wan bendavan yek jî bendava Alpaslan 1ê a li Muşê ye.

Bi berf û barana biharê re bendava Alparslan 1ê tijî bû û niha can dide derdora xwe.

Rayedaran ragihand ku bendav ji sedî 93 tijî bûye û ji bo talûkeyek neqewime ava bendavê bi kontrolê berdidin Çemê Muradê.

Bi saya herdu bendavên li Mûşê li deşta Mûşê niha nêzî 100 hezar donim erd tê avdan.

Dema bendava Alparslan 2yê jî xelas bibe, çav li re ne çandiniya herêmê zêdetir bibe.

Dîroka nûkirinê: 14 Hezîran 2019, 19:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE