Bendava Alparslan-2yê wê gelek bi kêrî aboriya Mûşê bê

Ji Bendava Alparslan-2yê ya ku li ser Çemê Muradê tê avakirin salê wê 863 milyon kîlowatsaet vejena ceyranê bê temînkirin û 785 hezar donim jî erd wê bê avdan.

Bendava Alparslan-2yê wê gelek bi kêrî aboriya Mûşê bê

Bi ava ku di Bendava Alparslan-2yê ya li Vartoya navçeya Mûşê ser Çemê Muradê tê avakirin va wê 785 hezar donim erd bê avdan û salê 863 milyon kîlowatsaet vejena ceyranê jê bê temînkirin.

Projeya Santrala Hîdroelektrîk û Bendava Alparslan-2yê ku di sala 2012an da Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) di çarçoveya Qanûna Bazara Vejenê ya bi Jimara 6446an da dest bi çêkirina wê kir, bi sehêtiyên Midûriyeta Herêma Wanê ya DSÎ yê va jî di 21ê Cotmehê da dest bi xebatê kir.

Ji bingehê bilindahiya benda dîwarê bendavê 108 metre û nîv e li serê 4 turbînên ceyranê hene û tê payîn ku salê 863 milyon kîlowatsaet (kwh) vejenê çêbike û têxe xizmeta şêniyên bajêr.

Li Deşta Mûşê jî 785 hezar donim erdê ku li ser 48 gundên Mûşê ne û ji ber tunebûna avê nayên ajotin jî wê bi saya avdanê bibin zevî û bi kêrî aboriya bajêr bên.

Bi salan e ku li Mûşê pirsgirêka avê heye û bi saya bendavê va wê ava vexwarinê ya navenda bajêr û 2 navçe jî tê da 63 wargeh heta sala 2050yî ji vê derê bê temînkirin.

Midûrê Herêma 17mîn a DSÎyê Ayhan Şahna ji ber temamkirina înşeatê hat û sehêtiya bendavê kir û daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji bo Wan, Mûş, Bitlîs û Hekariyê xizmet dikin.

Şahna bal kişand ser çavkaniyên avê yên ser û bin erdê yên li herêmê û diyar kir ku li herêmê 13 milyar û 51 milyon metrekup av heye û wiha pê da çû: "Dema meriv li reqaman mêze dike li Mûşê 4 milyar û 590 milyon metrekup av heye. Herêma me li gor seranserê Tirkiyeyê ji hêla çavkaniyên xwe yên avî va dewlemend e. Zeviyên me yên ku bi kêrî aboriyê tên û avdana wan mimkun e 248 hezar donim e û li Mûşê jî 107 hezar donim erdê ku dibe bê avdan heye. Heta îro 25 hezar donim ji bo avdanê hatiye vekirin. Dema em ji hêla vejena ceyrana ya ji avê tê temînkirin mêze bikin jî dibînin ku 3 hezar û 600 megawat hêza me heye."

- "Teqabûlî hewcehiya vejenê ya 450 hezar kesî dike"

Şahna destnîşan kir ku bi bendava ku ket xizmetê potansiyela vejena hîdroelektrîkê ji sedî 80 ji bo şixulandinê amade dibe û wiha axivî:

"Bendava me li ser bingeha asfalt e, bi aluvyonê hatiye tijîkirin. Hecma gewdeya me biqasî 9 milyon û 50 hezar mêtrokup e. 3 milyon û 500 hezar mêtrokupê wê zinar, 4 milyon û 750 hezar mêtrokupê wê aluvyon, 830 hezar mêtrokup asfalt û zonên fîltre pêk tê. Hecma depokirina avê ya maksîmum 2 milyar û 97 milyon mêtrokup e. Bilindahiya ji erdê ya bendava me 108,5 mêtro ye. Di bendava me da 4 turbînên biceyran jî hene. Di bendava me da 2 tunelên vejenê yên ku mezinahiya wan 4,50 mêtro ye hene. Tunela me ya vejenê ya yekem 850 mêtro, ya duyemîn jî 950 mêtro ye. Hêza me ya avakirî ya di bendavê da 283 megavat e. Em ê salane 863 milyon kîlovatsaet vejenê hilberînin. Ji 8ê sermavezê va bi awayekî fiîlî dest bi hilberîna vejenê hatiye kirin. Ev jî li herêma me teqabûlê hewcehiya vejena 450 hezar kesî dike. Em hatin wê astê ku vejena ku dê hewcehiya emilandina pîşesazî û mirovan pêk bîne li vir hildiberîne. Di nav salê da dê xizmeta vejenê bide gelê me."

Şahna destnîşan kir ku 785 hezar dekar erdê li 48 gundên li Deşta Mûşê dê bi saya vê projeyê bigihêje avê û da zanîn plan dikin ku ji bo eraziyên çandiniyê îhaleya çêkirina pergala avdaniyê di demek kurt da bikin, di nav sala 2021î da bi awayekî fiîlî dest bi înşeata wê bikin.

Şahna bal kişand ku avdana 785 hezar dekar erdî tê meneya îstixdam û dewlemendiyê û wiha axivî:

"Bi saya dewleta me dê bêtalihiyên rabirdûyê yên vê herêmê bi temamî bê jibîrkirin. Her wiha li Mûşê çendî sal e pirsgirêka ava vexwarinê heye. Bi projeya ava vexwarinê va ji bendava me dê her sal 32 milyon mêtrokup av bê temînkiirn û bi tesîsa parzûnkirinê û xeta îsaleyê va heta sala 2050yî navenda Mûşê û 2 navçe jî di nav da hewcehiya avê ya 63 cî û waran bê pêkanîn. Bi avdana 785 hezar dekar erdî va cotkarên herêmê di warê aboriyê da rekorên hilberînê bişkîne. Dê ber û bereketa ji ya îro zêdetir bi dest bixe. Çawa ku ji bo Deşta Edeneyê koça karkerên çandiniyê heye dê heman demê da ji bo Deşta Mûşê jî koç çêbe. Dê piştgiriyeke mezin bide mirovên herêmê. Ev herêm ji hêla çandiniyê va xwedî potansiyeleke mezin e. Dema avdaniya nûjen hat dê cotkar jî ji vê yekê gelekî kêfxweş bin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE