Bendava Çetînê dest bi dayîna enerjiyê kir

Li ser bendavê di salê de wê milyarek û 175 milyon kîlowatsaet enerjî bê hilberîn.

Bendava Çetînê dest bi dayîna enerjiyê kir

Li ser çemê botanê di sala 2017an de înşaeta Bendava Çetînê dest pê kiribû. Di nav 3 salan de bendav qediya û peydekirina ceyranê dest pê kir. Tê plankirin ku di salê de milyarek û 175 milyon kîlowatsaet enerjî were hilbêrîn.

Li Siirtê, di sala 2017an de li ser Çemê Botanê înşaeta Bendava Çetînê dest pê kir.

Tevahiya bendavê bi beton hat çêkirin. Di vî warê de bendava herî mezin a Tirkiyê ye. Her wiha li seranserê Ewropayê jî bendava herî mezin a ji betonê ye.

Di înşeata bendavê de hezar û 700 karker xebitîn. Ev yek jî ji bo aboriya herêmê piştgiriyeke mezin bû.

Li ser bendavê 3 heb trîbûn hene. Her sê trîbûnan jî dest bi hilberîna enerjiyê kir.

Tê plankirin ku li ser bendavê di salê de milyarek û 175 milyon kîlowatsaet enerjî bê hilberîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE