Bendava Çetînê li ber qedandinê ye

Li gorî planan wê di meha Nîsanê de hilberîna ceyranê bê kirin...

Bendava Çetînê li ber qedandinê ye

Bendava Çetînê li ser Çemê Botan hat çêkirin. Ava Bendava Çetînê herku diçe zêdetir dibe. Tê plankirin ku di meha nîsanê de ceyran bê hilberîn.

Li ser Çemê Botan gelek bendav tên çêkirin. Ji van yek jî Bendava Çetînê ye.

Bendava Çetînê niha avê kom dike û di meha Nîsanê de wê dest bi hilbêrîna ceyranê bike.

Bendav di navbera nevçeyên Berwarî û Xîzxêrê yên Sêrtê de hat çêkirin.

Hêza bendavê 420 megawat e û salê wê milyarek û 174 milyon kîlowat ceyran bê hilberîn.

Çav li rê ne ku bi vê projeyê li bajêr û derdorê pirsgirêka avdan û ceyranê nemîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE