Bendava ku seba GAPê "ava heyatê ye" tije bû

Bendava Ataturkê ku li Tirkiye û dinyayê di nav bendavên bijarte da ye û projeya GAPê li ser e, di mehên dawîn da piştî berf û barana ku li Hewzeya Feratê barî, îsal bi qasî ku deştên herêmê avde tije bû

Bendava ku seba GAPê "ava heyatê ye" tije bû

Bendava Ataturkê ku li Tirkiye û dinyayê di nav bendavên bijarte da ye û projeya GAPê li ser e, di mehên dawîn da piştî berf û barana ku li Hewzeya Feratê barî, îsal bi qasî ku deştên herêmê avde tije bû.

Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê da hev, Bendava Ataturkê bi qada xwe ya 817 kîlomêtreqareyî va li Tirkiyeyê bendava avdanê ya herî mezin, li dinyayê jî di nav bendavên girîng da yek e. Bendav îsal piştî berf û baranê tije bû.

Bi taybetî di mehên dawîn da piştî berf û barana ku li Hewzeya Feratê barî, bendav tije bû.

Ji Bendava Ataturkê ra salê nîvendî 26 hezar û 654 milyar mêtrekup av dikişe û tê da 48,7 milyar mêtrekup av golî dibe. Ev qas av 7 sal têra ava vexwarinê ya Tirkiyeyê dike.

Bi ava Bendava Ataturkê va deştên Şanliûrfa, Herran, Mêrdîn, Ceylanpinar, Sîverek-Hîlwan di serî da li giştiyê herêmê nêzî 10 milyon dekar erd tê avdan.

Bi saya berf û barana ku îsal barî va av 2 mêtre bilind bû û ji 530 mêtreyî kûrtir bû.

Piştî berf û barana ku wê di zivistana îsal da bibare, tê payîn ku kûrahiya avê bighêje rekorê.

Serokê Îdareya Pêşketina Herêmê ya GAPê Sadrettîn Karahocagîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di nav nêzî 26 salan da Bendava Ataturkê 6 qat qasî maliyeta xwe ji aboriya welêt ra dahat anî û got ku bi saya Çemê Feratê ava ku di bendavê da gol dibe cotkarên herêmê pê zevî û çandiniya xwe av dide.

Karahocagîl destnîşan kir ku Bendava Ataturkê îsal ew qas tije bû ku ji niha va têra avdana saleke din jî dike.

Huseyîn Durmuşê ku li Deşta Herranê cotkariyê dike jî got ku payîzê baran pir barî û her çend zirar da çandiniya me jî ji bo bendavan pir baş e.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2019, 15:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE