Li Stenbolê rêjeya tijîbûna avê ya bendavan piştî baranê gihîşte ji sedî 64,20an.
Li gor daneyên Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Stenbolê (ÎSKÎ) rêjeya ava bendavan gihîşte ji sedî 64,20an.
Di 27ê Mijdarê da rêjeya ava bendavan 49,64 bû, lê ji ber barana ku di demên dawîn da barî ev rêje ji sedî 14,56 zêde bû.
Herî zêde ava bendavên Elmali, Alîbey, Darlik û Omerliyê zêde bûn.
15 roj berê bendava Elmaliyê ji sedî 57,24 tijî av bû, lê di nav 15 rojan da ev rêje ji sedî 27,03 zêde bû û gihîşte ji sedî 84,27an.
Rêjeya avê ya bendavan wiha ye; li Alîbeyê ji sedî 75,52, li Darlikê ji sedî 78,37, li Omerliyê ji sedî 70,63, li Kazandereyê ji sedî 77,36, li Istrancalarê ji sedî 78,76, li Terkosê ji sedî 65,41, li Buyukçekmeceyê ji sedî 66,29, li Pabuçdereyê ji sedî 56,55 û li Sazlidereyê ji sedî 19,17.
Rêjeya avê ya bendavan herî zêde di sala 2009an da zêde bûbû û gihîştibû ji sedî 84,79an. Di sala 2010an da bûbû ji sedî 71,51 û îsal jî gihîşte ji sedî 64,20an.
Di salên 2013 û 2016an da jî rêjeya avê ya bendavan pir kêm bûbû û di asta ji sedî 38an da mabû.
Li Stenbolê rojê 2 milyon û 800 mêtrokup av tê xerckirin.
Rêjeya avê ya bendavan wiha ye:
Navê Bendavan | Mîqtarê Avê (metrekup) |
Omerlî | 166 milyon û 25 hezar |
Terkos | 106 milyon û 12 hezar |
Buyukçekmece | 98 milyon û 74 hezar |
Darlik | 84 milyon û 25 hezar |
Pabuçdere | 33 milyon û 8 hezar |
Alîbey | 25 milyon û 79 hezar |
Sazlidere | 17 milyon û hezar |
Kazandere | 13 milyon û 48 hezar |
Elmali | 8 milyon û 9 hezar |
Istrancalar | 4 milyon û 91 hezar |