Bi destê Hêzên Çekdarên Turkiyeyê ji bo yekîneyên eskerî yên li ser sînorê Turkiyeyê zirxpoşên veguhestina personel û komando wekî teqwiye hatin şandin.
Konvoya zirxpoşan ku komandoyên ji yekîneyên li herêmên cuda yên Turkiyeyê pêk tê, gihîşt Kilîsê.
Konvoya ku ligel tedbîrên ewlekariyê ji navenda bajêr derbas bû û hat Deriyê Sînor Oncupinarê, dû ra ber bi xeta sînor dewam kir.
Hat ragihandin, personel û wesayît wekî teqwiye ji bo yekîneyên li ser sînorê Sûriyeyê hatin şandin.