Bi destê Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê ji bo yekîneyên eskerî yên li ser sînorê Tirkiyeyê zirxpoşên veguhestina personel û komando wekî teqwiye hatin şandin.
Konvoya 12 wesayîtan ku ji zirxpoş û otobusan pêk tê û ji yekîneyên li herêmên cuda hatin şandin, gihîşt Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê.
Zirxpoşên ku pê personel tên veguhestin ên ku ligel tedbîrên ewlekariyê hatin navçeyê, derbasî Fermandariya Hidûd a 1emîn a Ceylanpinarê bûn.
Hat ragihandin, personel wekî teqwiye ji bo yekîneyên li ser sînorê Sûriyeyê hatin şandin.
Ekîbên trafîqê yên cendirmeyê hevaltiya konvoyê kirin.
AA