Berî sersalê li 33 bajaran dijî rêxistinên terorê operasyon hat kirin

Wezaretê di daxuyaniya xwe da ragihand ku bi kordîneya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê va li seranserê welêt, ji ber îhtimala di sersalê da êrîşan bikin li hemberî rêxistinên terorê yên kedxwariya olê dikin, di navbera 20 û 31ê Berfanbara 2020î da, li 33 bajaran operasyon hatin kirin.

Berî sersalê li 33 bajaran dijî rêxistinên terorê operasyon hat kirin

Wezareta Karên Navxweyî ragihand ji ber îhtimala di sersalê da êrîşan bikin li hemberî rêxistinên terorê li 33 bajaran operasyon hat kirin û 267 gumanbar hatin binçavkirin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe da ragihand ku bi kordîneya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê va li seranserê welêt, ji ber îhtimala di sersalê da êrîşan bikin li hemberî rêxistinên terorê yên kedxwariya olê dikin, di navbera 20 û 31ê Berfanbara 2020î da, li 33 bajaran operasyon hatin kirin.

Hat gotin ku di operasyonan da 161 jê biyanî û 106 jî jê Tirk bi tevahî 267 gumanbar hatin binçavkirin.

Di operasyonên li dijî şervanên terorîst ên hat eşkerekirin ku bi herêmên şer û pevçûn lê diqewimin ra têkiliya wan heye da jî 69 biyaniyên hatin binçavkirin ji bo kirina muameleyên îdarî teslîmî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Bajêr hatin kirin.

Di encama operasyonan da li navnîşanên eleqeya wan bi gumanbarên hatin binçavkirin ra hebû da jî lêgerîn û kontrol hatin kirin. Di lêgerînan da 3 tiving, 3 demançe, 776 gule, nêzî 2 kîlo amûra teqemeniyê, gelek amûrên dijîtal û belgeyên rêxistinî hatin bidestxistin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE